Serok Barzanî li gel şandeke Serokatiya Siriyanî Ortodoks civiya

Serokwezîr dibêje geşe bi perwerdehiya Siriyanî didin
نێچیرڤان بارزانی له‌گه‌ڵ شاندێكی سه‌رۆكایه‌تیی تایفه‌ی سریانی ئه‌رتۆدۆكس كۆبووه‌وه‌
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Serokatiya taîfeya Siriyanî Ortodoks ya Mûsil û Kurdistanê bi Serokatiya Patrîk Exnatûs Eframê dudiyan a Patrîkî Entakiye û tevahiya Rojhilata navîn kir.

Di civînê de şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina xwe a li gel Serokwezîr diyar kir û spasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê û pêşmerge kir bo parastin,hevandin û hevkarî kirina kirîstiyanan di demên dijwar de.

Şanda mêwan herwiha behsa dîroka kirîstiyanan li deverê de kir û balkêşande ser vê yekê kir kirîstiyan bi aştî li gel pêkhateyên din jiyane û bihevre jiyana navbera pêkhateyan li Kurdistanê de jî bi girîng wesif kir.

Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya serdana şanda han kir û balkêşande ser çanda bihevre jiyanê li Kurdistanê û got: Ev çanda han ji hizir û baweriyeke dîrokî ya bihêz û kûr çavkanî digire û Kurdistanê berdewam dibe li ser parastina ev çanda han.

Serokwezîr herwiha hêviya vê yekê jî xwest ku kirîstiyanên ku koçberî Kurdistan bûne berê xwe nedene derveya welat û li welatê xwe de bimînin.

Serokwezîrê herwiha amadebûna hikûmeta Kurdistanê jî bo geşe pêdana zêdetir ya perwerdehiya Siriyanî diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.