Jiber bordimana balefirên Tirkiyeyê du welatiyên din yên medenî canê xwe ji dest dan.
Li gor jêderên herêmî, jiber bordiman kirina çiyayê Lînkê ya ser bi Dêrelokê, yaku beriya du rojan ji aliyê balefirên artêşa Tirkiyeyê ve hatiye bordiman kirin, du welatiyên din yên medenî canê xwe ji dest dane.
Jêderên herêmî diyar kirin ku roja çarşem, çiya hatiye bordiman kirin û du welatiyên din yên Kurd jî canê xwe ji dest dane û kesûkarên wan îro bi vê yekê hesiyane.
Jêder behsa vê yekê kirin ku kesûkarên wan şehîdan îro danê sibê çûne cenazeyên wan vegerinên gundê.
Her heman roj balefirên artêşa Tirkiyeyê li geliya Reşava ya ser bi Dêrelok çar welatiyên din yên Kurd qetil kiribûn.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin