Mesrûr Barzanî li gel şandeke patriyakî ya Antakiya û Rojhilata Navîn civiya

dibêje kirîstiyan beşeke girîng ji civaka Kurdistanê ne
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke partiyaka Antakiya û tevahiya Rojhilata Navîn ya kilîseya Siriyanî a Ortodokis li cîhanê bi Serokatiya Partrîk Egnatiyus Eframê dudiyan kir.

Di civînê de şanda mêwan spasî û rêzdariya xwe bo Serkirdatiya Siyasiya Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê ya li hember pêşwazî kirin û hevandina kirîstiyanan li Kurdistanê di rojên dijwar de diyar kir.

Her di heman civînê de behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera Kirîstiyan û gelê Kurd de hate kirin û tekez li ser bihevre jiyana aştiyane û çarenivîs û pêşeroja hevbeş ya tevahiya pêkhateyên Kurdistanê hate kirin û di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku gelê Kurdistanê şanaziyê bi têkiliyên xwe yên dîrokî û bihevre jiyana aştiyane ya li gel pêkhateyên din yên Kurdistanê de dike.

Mesrûr Barzanî herwiha got ku gelê Kurdistanê weke xaleke bihêz li çanda bihevre jiyanê dimizêne û em li ser hevkarî kirin û piştîwanî kirina wan pêkhateyan berdewam dibin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de dilniyayî daye şanda mêwan ku Kirîstiyan beşeke girîngin ji gelê Kurdistanê û di bin ti şert û mercekê de dev ji têkiliya dîrokî û pirensîbên xwe yên aştiyane û bihevre jiyanê yên ku ji kûrahiya hizra me li ser esasê rêz girtin ji cudatiyên etnîkî, olî û hizrî çavkanî digirin ber nadin.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku lazime herkes ev welat bi welatê xwe bizane û nabe hizr li ser bicîh hêştina welatê xwe bikin.

Di beşeke din ya civîna han de Patiriyak jî hevandina kirîstiyanan ji aliyê xelk û hikûmeta Kurdistanê ve bilind nirxand û balkêşande ser dilgiraniyên kirîstiyanên deverê yên ku ji aliyê tîmên çekdar ve neçar tên kirin daku malên xwe bicîh bihêlin.

Di dawiya civînê de Patiriyak û şanda pê re dua bo aramî û pêşkeftina zêdetir ya Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir û daxwaz jî ji civaka cîhanî kir ku eger dixwaze hevkar be lazime li ser cîh û warên wan hevkariya kiristiyanan bike û bo çareser kirina rewşê hevkarê wan be.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.