Îro li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi boneya salvegera 4`mîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DIŞI`ê şahiyek tê lidarxistin.
Bi boneya salvegera 4`mîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DIŞI`ê şahiyek tê lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêma Firatê tev li şahiyê bûne.
Bi sedan şêniyên herêmê, nûnerên rêveberiyên herêma Firatê, rûspiyên êlan, rêveber, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û endamên saziyên civaka sivîl ên kantona Kobanê tev li şahiyê bûne.
Her wiha şandeyek ji rêveberiya Minbicê, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Abdlkerîm Sarûxan, hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid beşdarî şahiyê bûne.
Li qada şahiyê pankartên bi nivîsa “Bi rihê berxwedana Kobanê, Efrîn dê bi ser bikeve” hatine daliqandin.
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin