Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Îran û Îraqê Andrew Peek û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku Balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê têde beşdar bû, pêşhat û geşesendinên deverê, berfiretir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Di berdewamiya civîna han de her du alî tekezî li ser normal kirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê a bi mebesta nedana derfetê û rê nedan bi dubare serhildana teror û aloziyan kirin.
Derbarê vê mijarê de Mesrûr Barzanî eşkere kir ku lazime pêngavên çareser kirina rewşa wan deveran bi awayeke hevbeş û bi rêya dezgehên fermî û destûrî yên Îraq û Kurdistanê werin avêtin.
Di beşeke din ya civîna han de Andrew Peek eşkere kir ku pêgeha Kurdistanê ya ji bo aramiya deverê gelek girînge û tekezî li ser pêşde birina têkiliyên navbera her du aliyan û karê hevbeş kir.
Di dawiya civîna han de hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêngavên damezrandina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşde çûna têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê weke qonaxeke nû bilêv kir û hêviya vê yekê xwest ku Amerîka û dostên din yên Îraqê roleke ektîftir bo çareser kirina kêşeyên heyî bilîzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin