Rêberê Êzidiyên Cîhanê Mîr Tehsîn Beg ku çend roj in li Almanyayê di nexweşxaneyê de bû, îro çû ser dilovaniyê.
Çend roj berê nûçeya wefata Mîr Tehsîn Beg hatibû belavkirin ku piştre hatibû ragihandin, rewşa wî nebaş e û li nexweşxaneyeke Hanover a Almanyayê dimîne.
Mîr Tehsîn Beg kurê Seîd Elî Begê Mîrê berê yê êzidiyan bû û di 15ê Tebaxa sala 1933an li navçeya Baedrê ya ser bi qezaya Şêxan ve jidayik bûye.
Mîr Tehsîn Beg ji sala 1944an ve piştî wefata bavê xwe, bûye Mîrê Êzidiyan û ji wê demê ve Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê ye.
Mîr Tehsîn Beg herwiha bi piştevaniya xwe ya Şoreşa Îlonê ya sala 1959an tê naskirin ku bo Mûsilê hatibû sirgûnkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin