Serok Barzanî li gel Şahê Urdinê civiya

behsa têkiliyên navbera her du aliyan kirin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Urdinê, duhê êwarê Serok Barzanî piştî merasimên pêşwaziyê li gel Şahê Urdinê Şah Ebdula li Koşka Huseyniye ya li Emana paytext civiy.

Di civînê de ku Emîr Feysel Bin Husên birayê Şahê Urdinê û Şêwirmendê Şah û Serokê Nivîsîngeha Şahane û Serok Erkanê Hevbeş û Birêveberê Hewalgiriya Urdinê amade bûn, rewşa siyasî û guhertinên dawî ya navçeyê guftûgo kirin.

Di beşekî dinê vê civînê de her du alî behsa peywendiyên di navbera Kurdistan û Şahnişîna Urdinê kirin û tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de kirin.

Giftûgo kirin li ser hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan a ji bo dabîn kirina aramî û pêşkeftina deverê û herwiha ewlekariya deverê, mijarên din yên vê civînê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.