Serok Barzanî: Wefata Mîr Tehsîn Beg wendahiyeke gelek mezine

hêviya sebirê bo tevahiya aliyan dike
کوردستان TV
100%

Îro jiber koça dawî ya Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê, Mîr Tehsîn Beg, Serok Barzanî peyameke pêşkêşî malbata Mîr kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Berî sibehiya roja dûşem 28.01.2019 Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê koça dawî kir.

Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata Mîr û kesayetiyên ola Êzidî û hemû xuşk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û Cîhanê û herwiha li gelê Kurdistanê dikim.

 Ji xwedayê mezin hêvî dikim rûh û canê xwedê jêrazî Mîr Tehsîn bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bide her aliyekî.

Ji dest dana Mîr Tehsîn Beg ziyan û valahiyeke mezine ji bo xuşk û birayên Êzidiyan û me hemû aliyek. Li vir de hêvîdarim bi hîkûmet û hewla hemû aliyek ew valahî bê pir kirin û tebayî û birayetiya di navbera hemû Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê bi hêztir û kûrtir bê kirin.

Mesûd Barzanî

28.01.2019

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.