Mesrûr Barzanî peyameke sersaqiyê ji malbata Mîr Tehsîn Beg re şand

sersaqî ji malbeta vî re xwest
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber koça dawî ya Mîrê Êzidiyên Kuridstan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg peyameke sersaqiyê pêşkêşî malbata Mîr kir ku ev jî tekesta vê ye;

Malbata birêz Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya( Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhan û kesayetiya nîştimanperwer ya Kurdistanê Mîr Tehsîn Beg gehêşte me û bi bîhistina vê nûçeyê gelek xembar û dilgiran bûn.

Bi vê minasebeta xemnak, hevbeş bûna xwe di xem û keseran de ji malbeta vî ya birêz re radigehînim, ser xweşî li xizm, dost, xelkê Kurdistanê û tevahiya birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê de dikim.

Ji xwedê mezin daxwaz dikin ku xwedê jê razî bixe ber rehm û dilovaniya xwe û aramî jî bide tevahiya aliyan

Birayê we

Mesrûr Barzanî

28.1.2019

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.