Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasibeta wefata Mîr Tehsîn Beg mirê êzidiyan, di peyamekê da ji malbata mîr, Civata Rohaniya êzidiyan, tevaya êzidiyan û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwaze.
Teksta peyama sersaxiyê:
Bi helkefta wexera dawiyê ya xwedêjêrazî Mîr Tehsîn Beg, mirê êzidiyan, behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên wî, Civata Rohanî û hemû xwûşk û birayên me yên êzidî û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Em hevpar û hevxemên malbata wî û tevaya êzidiyan e.
Mîr Tehsîn Beg ku zêdetir ji 70 salên derbasbûyî mîratiya êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê kir, tevî ku di nava êzidiyan da xwedî pêgeh û rolek civakî û olî yê diyar bû, herwesa d tevgera kurdatiyê jî da û bi taybetî di şoreşa Îlonê da xwedî rol û beşdariyek ber bi çavan bû, piştî şoreşê jî ji ber helwestên xwe koçberî derveyî welat bû.
Mîr Tehsîn Beg berdewam digel civaka Kurdistanê, Îraqê û ya derveyî welat jî di nava peywendiyan da bû û qedir û pêgeha wî ya civakî, ne bi tenê di nava êzidiyan da, lê di nava civka Kurdistanê û ya Îraqê jî da diyar û ber bi çavan bûye û xwedî toreke berfireh ya têkeliyan bû. Xwedêjêrazî bi berdewamî lêdixebitî ku canê pêvejiyanê û hevqebûlkirinê di nava pêkhateyên Kurdistanê û Îraqê da xurtir û kûrtir bike,
Bîrhatina wî bi xêr be û Xwedayê mezin bi dilovaniya xwe şad bike.
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
28.01.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin