SOHR: 300 endamên DIŞIê ji Dêrezorê derketin

di nava xelkê medenî de reviyane
کوردستان TV
100%

Çalakvanên li Sûriyê radigihînin ku piştî zêde bûna zextên YPGê û HSDê bo ser terorîstên DIŞIê li derdora Dêra Zorê, hijmareke xelkê medenî û endamên DIŞIê ji deverê derketine.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku 2000 kesên ku di nav wan de 300 çekdarên DIŞIê hebûn ji roja Yekşemê vir ve ji herêma Dêrezorê derdikevin.

Koma Dêrezor24 jî, ku ji çalakvanên rikeberîyê pêk hatiye, da zanîn ku ji herêmê bi dehan sivîl ji Dêrezorê koç dikin.

Li gor ragihandina Dêrezor24, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) fermandarekî DIŞIê û parêzvanê wî girtiye.

DIŞI, ku li herêmeke teng de hatiye dorpêç kirin, bi êrîşên xwekujî hewil dide ku rê li ber pêşdeçûna HSD'ê bigire.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.