Erbil 38°C Thursday 08 May 04:46

Ceyiş Eledil berpirsiyartiya teqînan girte stûya xwe

dibêje teqîn karê meye
کوردستان TV
100%

Piştî ku du teqînên bihêz li bajarê Ehwazê ya li Başûrê Îranê qewmîn û di encama wan de hinek leşker û polîs hatin kuştin û hineke din jî birîndar bûn, îro tevgera Ceyiş Eledil yaku tevgereke çekdariye, daxuyaniyek di vê derbarê de weşand.

Li gor daxuyaniha han, tevgera Ceyiş Eledil berpirsiyartiya wan her du teqînan girtiye ser xwe û ev her du teqîn bi pilan û operasiyoneke taktîkî ya li dijî leşker û polîsên Îranî bilêv kiriye.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsîn ku teqîna yekem bi rêya tirimbîl û matorekê pêk hatiye û piştî kom bûna rayedarên elşkerî û ewlekarî yên Îranê teqîna dudiyan jî pêk hatiye.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku di rojên pêş de vê agehiyên zêdetir li ser vê bûyerê werin belavkirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.