John Kennedy: Kurdên Sûriyê divê bi tenê neyên hiştin

vê proje qanûnek jî bo parastina Kurd were amadekirin
کوردستان TV
100%

Senatorê Amerîkî John Kennedy ser guherandina qanûna derbarê xurtkirina ewlekariya Amerîka li Rojhilata Navîn pêşnîyaza piştgiriya Kurdên Sûriyê kir.

Li gor pêşnîyaza Kennedy, serokê Amerîka divê bo parastina Kurdên Sûriyê destûra karanîna hêzên leşkerî bide.

Kennedy dîyar kir ku Kurdên Sûriyê li hember hêzên hikûmeta Sûriyê, hêzên serhildayan û hêzên din yên tundrê re bi tenê mane.

Kennedy got: Amerîka di sîyaseta derve de divê li gor hin qaîdeyên ehlaqê tevbigere û piştgirîya hevkarên me, yek ji berpirsîyên me yên ehlaqî ye.

Wî da zanîn ku Kurdên Sûrîyê di têkoşîna dijî DIŞI de roleke girîng listîne û divê ew bi tenê neyên hiştin.

Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DIŞIê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkariyê dike.

Serok Donald Trump di Berfanbarê de dîyar kiribû ku ewê hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişînin lê hin karbidestên payabilind dijî vê biryarê ne.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.