Heft dewlet bo Sûriyê banga çareseriya sîyasî dikin

civîn duhê hatibû lidarxistin
کوردستان TV
100%

Heft dewletan piştî civîna Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna Dijî DIŞIê ser kêşeya Sûriya daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Wezîrên derve yên Amerîka, Brîtanya, Erebistana Siûdî, Urdun, Almanya, Fransa, Misir diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Neteweyên Yekbûyî (NY) ku bo Sûriyê çareseriyeke sîyasî bibîne.

Wezîran da zanîn ku ji xêncî çareseriya sîyasî pê ve li Sûrîyê ti rê tune ne û gotin ku bo bidawî bûna pevçûnên li wî welatî dîplomasî û îradeya sîyasî ya navneteweyî hewce ye.

Wan da zanîn ku rêkên leşkerî tenê bêîstiqrariya li herêmê gurtir dike û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin NY’ê û Nûnerê Taybet yê Sûriyê yê NY’ê.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.