Çeteyên ku dixwest komkujiyekê pêk bînin, hatin kuştin

xwestine êrîşî ser xelkê medenî bikin
کوردستان TV
100%

Komeke çeteyên DIŞIê ku amadekariya komkujiyekê di nava koçberan de dikir, ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin kuştin.

Qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li gundewarên Dêrazorê didome. Şervanên QSD`ê dor li çeteyên di bajarokê Baxoza Jorîn ê rojhilatê Hecînê de teng kiriye. Rojane bi dehan malbat û sivîlên di herêmê de direvin û ber bi herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin ve diçin.

Çeteyên DIŞI`ê dixwazin tola xwe ji sivîlên ku ji ber kiryar û hovîtiya wan direvin, hildin.

Şevê din komeke çeteyan ku ji 7 kesan pêk dihat û rextên bombebarkirî li xwe kiribûn, hewl da bi awayekî veşartî di nava malbatan de ku piraniya wan malbatên çeteyan bûn, derbasî nava koçberên ku ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk û Meclisa Sivîl a Dêrazorê ve têne bicihkirin, bibin û komkujiyekê di nava koçberan de pêk bînin.

Têkildarî mijarê, şervanê bi navê Rûbar Hesekê got koma çeteyan ji 7 kesan pêk dihat, rextên bombebarkirî li xwe kiribûn, hewl didan xwe di nava sivîlan de biteqînin. Rûbar Hesekê bi domdarî wiha got: "Şervanên QSD`ê hişyar bûn. Agahî girtibûn ku hindek çete bi awayekî veşartî derbas bûne. Ji ber wê hêzên taybet ên QSD`ê destwerdan kir û piştî ku çeteyan red kir ku xwe radest bikin, şervanan ew kuştin.”

Rûbar Hesekê diyar kir ku piştî çeteyên DIŞI`ê ji hemû aliyan ve hatine dorpêçkirin û ber bi tunekirinê ve diçin, çete dest bi kiryarên dermirovî dikin û tola xwe ji sivîlên ku red kirine bi çeteyan re bimînin û xwe bikin mertalên zindî, hildidin.

anha

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.