6 welatî canê xwe ji dest dan

4 welatiyên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya polîsê parêzgeha Silêmanî, îro danê sibê di encama bûyereke tirafîkê de 10 welatî bûne qurbanî.

Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku îro danê sibê, di encama bûyereke tirafîkê de li ser rêya navbera Silêmanî û Erbetê, 6 welatî canê xwe ji dest dane û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.

Tê gotin ku rewşa hinek ji birîndaran başe û ya hineke din jî dijware û niha li nexweşxaneyên Silêmanî tên dermankirin.

Erbet bajarokek mezine ku dikeve Rojhilatê Silêmanî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.