Erbil 38°C Thursday 08 May 04:40

Îran mûşekeke nû cerband

gefan jî li Îsraîlê dike
ئێران مووشه‌كێكى نوێی بالیستى ئاشكرا كرد و هۆشداریشی دایه‌ ئیسرائیل
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Rûsyeyê, hikûmeta Îranê di çarçoveya kar û çalakiyên xwe yên çê kirina mûşekan de berdewame û di wan rojên derbasbûyî de, mûşekeke din ya nû cerbandiye.

Ajansa Rûsye Elyûm belav kir ku di merasima cerbandina mûşeka nû de, Fermandarê spaha pasdaran ya Îranê Mihemed Elî Ceferî amade bûye û gotarek jî pêşkêş kiriye.

Ceferî di gotara xwe de behsa cerbandina serkeftî ya mûşeka nû û herwiha bajarokek nû ya bo çê kirina mûşek û teknolojiya şer kiriye.

Çavkaniya han belav kiriye ku Ceferî di gotara xwe de Îsraîl hayedar kiriye û gotiye: Eger Îsraîl her cure êrîşek bike ser Îranê vê bi wan mûşekan bersifeke tund bidin Îsraîlê.

Tê gotin ku mûşeka nû yaku hatiye cerbandin bi qasî hezar KM diçe.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.