Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Verşinin ragihand ku vê di 15ê vê mehê de civîneke din ya sê alî a di navbera Rûsye, Îran û Tirkiyeyê de were lidarxistin.
Verşinin diyar kir ku vê di civîna han ya sê alî de, behsa vekêşana hêzên Amerîkî li Sûriyeyê were kirin lêbelê di civînê de bi giranî li ser mijara Îdlibê were seknandin.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kiriye ku heta niha derbarê ava kirina navçeyên aram de, ti biryarek nehatiye stendin.
Duhê jî peyvdara wezareta derve ya Rûsyeyê diyar kiribû ku heta niha rêkeftina li dor Îdlibê yaku di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de hatiye îmzekirin, nehatiye cîhbicîh kirin lewre lazime Tirkiye rêkeftina han cîhbicîh bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin