Mimkune dawiya meha Nîsanê Amerîka hêzên xwe vekêşe

hîn jî bi temamî dem nehatiye diyarkirin
له‌ كۆتایى مانگى نیسان ئه‌مریكا هه‌موو هێزه‌كانی له‌ سوریا ده‌كشێنێته‌وه‌
کوردستان TV
100%

Rojnameya WSJ raportek derbarê vekêşana hêzên Amerîkî yên li Sûriyeyê belav kiriye û di raportê de daxuyaniyên berpirsekî berê yê Amerîkayê weşandiye.

Di vê raportê de berpirsê Amerîkî behsa vê yekê kiriye ku Amerîka û Tirkiye di navbera xwe de ti komîteyeke bo qordîne kirina prosesa vekêşana hêzên Amerîkî li Sûriyeyê ava nekirine û Amerîka bi ti awayî di dema vekêşana hêzên xwe de hemahengî li gel Tirkiyeyê nake.

Ev berpirsê han diyar kiriye ku heta niha di warê meydanî de bo vekêşana hêzên Amerîkî ti gaveke piratîkî nehatiye avêtin û mimkune ku di dawiya meha Nîsanê de, Amerîka hêdî hêdî dest bi vekêşana hêzên xwe yên li Sûriyeyê bike.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.