Berdevikê Wezareta Derve yê Amerîka Robert Palladino got ku dive ti kes êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) neke.
Palladino roja Pêncşemê got: Me bi zelalî gotibû ku pêkhatiyên wê yên Kurd jî di nav de, divê, ti kes dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êrîşeke leşkerî neke.
Karbidestên Tirk pir caran ragihandibû ku ewê dijî YPG’ê, ku pêkhatîya herî mezin ya HSD’ê ye, operasyoneke leşkerî pêk bînin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin