Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê, îro bi beşdariya rayedarên wezareta pêşmerge û berpirsên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê, civîneke din a hevbeş di navbera her du aliyan de hatiye lidarxistin.
Di civîna îro de behsa lêv û tevgerên DIŞIê li hin deverên Îraqê, hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan de hatiye kirin.
Her di civîna hevbeş de her du alî tekezî li ser girîngiya karên hevbeş û lihev veguhastina zaniyariyan derbarê terorîstan de kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin