Navê kolana Qazî Mihemed hate guhertin

beriya çend rojan ev guhertin hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan li Rojhilatê Kurdistanê, Şaredariya bajarê Mehabadê di bin zextên îtlaata Îranê de neçar bûye ku navê kolana mezara pêşwa Qazî Mihemed biguhere.

Jêderên han diyar kirin ku ev demeke îtlaata rejîma Îranê zextan li bajarwan û şaredariya Mehabadê dike daku navê kolanê yaku kolana mezara pêşewa Qazî Mihemede biguhere û di dawî de şaredariya mehabadê neçar bûye navê biguhere û bike kolalan serdarên îslamê.

Ev guhertina han bûye sedema aciz bûn û dilgiraniya şêniyên bajarê Mehabadê lê belê heta niha ti aliyek bi fermî dilgiraniya xwe diyar nekiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.