Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Kuwaitê li Kurdistanê Omer El Kindirî û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de Konsulusê Kuwaitê Omer El Kindirî kêfxweşiya xwe ji hevdîtinê re anî ziman û destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr derbarê derbaskirina kirîzan bi awayeke serkeftî û hewandina hejmareke mezin ji penaberan herwiha behsa alîkariya welatê xwe ji wan penaberan re kir.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana konsil kir û alîkariya Kuwêtê ji koçber û penaberên Herêma Kurdistanê re bi taybet jî rola Mîrê Kuwêtê û konsilxaneya wan li Herêma Kurdistanê bo dabînkirina wan alîkariyan kir.
Pêşhateyên siyasî û ewlehî yên navçeyê, pêwendiyên Hewlêr û Bexda, serdana dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexda û pêwendiyên Herwlêrê li gel welatên cîran û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê de di hemû waran de mijarên din yên danûstandinê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin