Erbil 38°C Thursday 08 May 04:41

Psporekî Îranî reviyaye Berîtanya

bi hevkariya sê dezgehên îstîxbaratî reviyaye
زانایه‌كى ئه‌تۆمى ئێرانى هه‌ڵهاتووه‌ بۆ به‌ریتانیا
کوردستان TV
100%

Rojnameya Time of Îsraîl belav kir ku bi hevkariya sê dezgehên îstîxbaratî yên Îsraîl, Amerîka û Brîtanyayê, psporekî karûbarên etomî yê Îranê, ji Îranê reviyaye Brîtanyayê.

Rojnameya han belav kiriye ku ev psporê han temen 47 sale û demeke dirêje li gel dezgeha îstîxbaratiya Îsraîlê kar kiriye û roleke girîng di kuştina zanayeke din yê etomî yê Îranî bi navê Mistefa Ehmedî de hebûye.

Çavkanî behsa vê yekê kiriye ku her sê dezgehên îstîxbaratî CIA, Mûssad û MI6 karîne di operasiyoneke serkeftî de, ev psporê Îranî ji Îranê birevînin û bigehînin Brîtanyayê.

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.