Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî di gotara xwe de yaku bi minasebeta 40 saliya şoreşa Îranê pêşkêş kir anî ziman ku Îran bo bihêz kirina leşkerî û pêşde birina bernameya xwe ya etomî destûr ji kesekî nexwestiye û vê nexwaze.
Ruhanî got: Bu pêşvebirina muşekên cihêreng me ji kesî destûr nexwest û emê nexwazin jî. Di warê leşkerî de jî em dê li ser rêka xwe bimeşin.
Ew di axaftina ser vekişîna Amerîka ya ji peymana navokî jî sekinî û da zanîn ku ewê li hember toleyên Washingtonê bi ser kevin.
Serokkomarê Îranê dîyar kir ku ew dê jiber toleyan bi kêşeyan re rû bi rû bimînin, lê bi hevkarîya gelê xwe ew dê bandora ambargoyê têk bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin