Erbil 38°C Thursday 08 May 04:34

Bolton bo xelkê Îranê: Gelek ne maye

Bolton peyamek bo xelkê Îranê belav kir
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Amerîkayê John Bolton li ser pêgeha fermî ya koşka Spî a li Twitterê peyamek xebat bo gelê Îranê weşand.

Bolton di peyama xwe de ji xelkê Îranê re gotiye ku bawer nakim demeke zêde mabe ku hun serkeftina şoreşa Îranê bibîr bînin.

Bolton di berdewamiya twitta xwe de diyar kiriye ku vê rejîma niha ya Îranê li dawiya xwe nêz bûye û Îran li dijî gelê xwe û gelên welatên din teror bikar aniye û bo tirsandina xelkê û civaka cîhanî hewl dide daku çekên etomî jî çê bike.

Bolton tekezî li ser vê yekê kiriye ku Îran berdewame li ser piştgîrî kirina terora cîhanî.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.