Sekreterê giştî yê NATOyê bang li Rûsyeyê kir û daxwaz ji kir daku erkên xwe cîhbicîh bike.
Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di presskonferansekê de yaku di çaroveya civîna wezîrên berevanî yên welatên endamên NATOyê pêşkêş kir, bang li hikûmeta Rûsyeyê kir û daxwaz ji kir daku erk û pîwerdariyên xwe yên ku jiber îmze kirina rêkeftina mûşekên etomî yên navendî dikevin ser milê vî, cîhbicîh bike.
Stoltenberg diyar kir ku yek ji rojevên civîna îroyê giftûgo kirin dibe li ser mijara rêkeftina mûşekên etomî yên navendî û em weke NATO daxwaz ji Rûsyeyê dikin daku girêdayî rêkeftinê bimîne û erkên xwe bicîh bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin