Di çarçoveya serdana xwe de ya bo Munichê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li vê bajarê li gel wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov civiya.
Di civînê de têkiliyên dîrokî yên di navbera her du gelên Kurdistan û Rûsyeyê, rewşa deverê bi taybetî Sûriyeyê hate nîqaşkirin.
Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê diyar kir û tekez li ser çareseriya siyasî bo qirîza Sûriyeyê û dabîn kirina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê kir û herwiha hana Rûsyeyê jî da daku di çarçoveya giftûgoyên giştî de hevkar û alîkar be bo bidest xistina ev armancên han.
Mekanîzma berfiretir kirina têkiliyên abûrî di navbera Rûsye, Kurdistan û Îraqê de mijareke din ya civîna han bû.
Hêjayê gotinê ye ku Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî yaku duhê serdana Almanayê kiriye, Serokatiya şanda Kurdistanê dike ku beşdarî konferansa ewlekariya Munichê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin