Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel şandên welatên biyanî de, êwara îro înê, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Falih Feyaz civiya.
Di civînê de behsa girîngiya kar kirin bi mekanîzma emnî ya hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê li deverên taybet bi madeya 140 hate kirin û di derbarê zêde bûna lêv û tevgerên DIŞI li parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Selahedîn, Diyala û beşek ji parêzgeha Enbarê de her du alî dilgiraniya xwe diyar kirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku rawestandina DIŞIê û şerê îdeolojîkî a li dijî DIŞIê pêdiviya xwe bi hevkariya berdewam di navbera hikûmeta Kurdistan û Îraqê de heye.
Di beşeke din ya civînê de her du alî li ser normal kirina rewşa Kerkûkê li ser esasê nexşe rêya madeya 140 ya destûra Îraqê hemfikir bûn.
Giftûgo kirina rewşa Sûriyeyê û pêşhatên deverê mijareke din ya civîna han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin