civîn û hevdîtinên Mesrûr Barzanî li Munichê

beşek ji civînên Mesrûr Barzanî yên li Munichê
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî û Segey Lavrov civiyan

Di çarçoveya serdana xwe de ya bo Munichê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li vê bajarê li gel wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov civiya.

Di civînê de têkiliyên dîrokî yên di navbera her du gelên Kurdistan û Rûsyeyê, rewşa deverê bi taybetî Sûriyeyê hate nîqaşkirin.

Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê diyar kir û tekez li ser çareseriya siyasî bo qirîza Sûriyeyê û dabîn kirina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê kir û herwiha hana Rûsyeyê jî da daku di çarçoveya giftûgoyên giştî de hevkar û alîkar be bo bidest xistina ev armancên han.

Mekanîzma berfiretir kirina têkiliyên abûrî di navbera Rûsye, Kurdistan û Îraqê de mijareke din ya civîna han bû.

Hêjayê gotinê ye ku Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî yaku duhê serdana Almanayê kiriye, Serokatiya şanda Kurdistanê dike ku  beşdarî konferansa ewlekariya Munichê bûye.

 

Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz civiyan

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel şandên welatên biyanî de, êwara îro înê, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Falih Feyaz civiya.

Di civînê de behsa girîngiya kar kirin bi mekanîzma emnî ya hevbeş di navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îraqê li deverên taybet bi madeya 140 hate kirin û di derbarê zêde bûna lêv û tevgerên DIŞI li parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Selahedîn, Diyala û beşek ji parêzgeha Enbarê de her du alî dilgiraniya xwe diyar kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku rawestandina DIŞIê û şerê îdeolojîkî a li dijî DIŞIê pêdiviya xwe bi hevkariya berdewam di navbera hikûmeta Kurdistan û Îraqê de heye.

Di beşeke din ya civînê de her du alî li ser normal kirina rewşa Kerkûkê li ser esasê nexşe rêya madeya 140 ya destûra Îraqê hemfikir bûn.

Giftûgo kirina rewşa Sûriyeyê û pêşhatên deverê mijareke din ya civîna han bûn.

 

Mesrûr Barzanî bi awayekî cuda li gel Serokê CDU û şandeke parlementoya Almanyayê civiya

Duhê înê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munichê bi awayekî cuda li gel Seroka yekîtiya Kirîstiyanên demokrat CDU Annegret Kramp-Karrenbauer civiya.

Di civînê de behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Almanya di warên cuda cuda de hatekirin.

Mesrûr Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Annegret Kramp-Karrenbauer kir ku bûye Seroka CDU û tekezî li ser lazim bûna berdewamiya hevkarî û piştîwaniyên Almanya bo Kurdistanê kir bi taybetî di warê perwerde kirina hêzên pêşmerge û hawarhatina însanî de.

Di beşeke din ya civîna han de behsa astengiyên abûrî yên li  berdem kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hate kirin û Mesrûr Barzanî daxwaz ji xatû Karrenbauer kir daku di warê ezmûn û hunerî de hevkariya reformên hikûmeta Kurdistanê bikin.

 

 

Her îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke parlementoya Almanyayê bi Serokatiya Serokê komîteya karûbarên derve ya parlementoyê Norbert Röttgen civiya.

Di civînê de Mesrûr Barzanî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir jiber hevkariyên leşkerî yên bo Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de û ragihand ku bi piştgîriya ev hevkariyên han yên leşkerî yên Almanî, rewşa şerê bi serkeftina hêzên pêşmerge li hember terorîstan hate guhertin.

 

Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf behsa têkiliyên nabvera Kurdistan û Îranê kirin

Îro li Munichê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf civiya.

Di civînê de Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Îranê kirin.

Hevdem li gel balkêşandine ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên Îranê û Kurdistanê û cîrantiya baş ya li ser esasê rêz girtin û hevsengiya dû alî, Mesrûr Barzanî behsa vê yekê kir ku di civînê de behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, pêşhat û rewşa Îraq, Sûriye û deverê jî kirine.

Li hember de jî wezîrê derve yê Îranê behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Îran, Îraq û Kurdistanê kir û ragihand ku Îran dixwaze têkiliyên gelek bihêz bi taybetî di warê abûrî de li gel Îraq û Kurdistanê deyne û di pêşerojê de jî ev têkiliyên han werin bihêztir kirin.

 

 

Mesrûr Barzanî û nunerê NY bo karûbarên Sûriyeyê civiyan

Îro li Munichê di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din yên cîhanê de, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nûnerê NY bo karûbarê Sûriyeyê Geir Pedersen civiya.

Di civînê de her du alî behsa pêşhatên dawî li Sûriyeyê kirin û li ser dûrketina aliyan ji alozî û tengezariyan hemfikir bûn.

Her di vê mijarê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku her şereke din ku biqewme vê xelkeke din aware bibe û çareser kirina rewşa însanî ya li vê welatî dijwartir dibe.

Mesrûr Barzanî hevdem li gel diyar kirina dilgiraniyên xwe yên li hember pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê, daxwaz ji nûnerê Sekreterê giştî yê NY yê bo karûbarên Sûriyeyê kir daku di danûstan û hewldanên heyî yên bo çareser kirina qirîza Sûriyeyê tevahiya aliyên siyasî bi awayekî ektîf beşdar bin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku lazime maf û ewlekariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê parastî be.

Di dawiya civînê de her du alî li ser domandina civîn û danûstandinên xwe yên taybet bi rewşa Sûriyeyê hemfikir bûn.

 

Mesrûr Barzanî û wezîrê berevanî yê Brtîanyayê civiyan

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Munichê îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê bereanî yê Brîtanyayê Gavin Williamson civiya.

Di civînê de her du alî behsa rewşa deverê, bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê kirin.

Mesrûr Barzanî jiber perwerde kirina hêzên pêşmerge ji aliyê Brîtanyayê ve spasiya wezîrê berevanî yê Brîtanyayê kir û anî ziman ku şerê dijî DIŞIê pêdiviya xwe bi hevkariyên berdewam yên hevpeymaniya cîhanî heye.

Di beşeke dinya civînê de Gavin Williamson jî diyar kir ku hertim têkiliyên bihêz di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de hebûne û em li ser hevkariyên xwe yên bo Kurdistan û hêzên pêşmerge berdewam dibin.

Diberdewamiya civînê de behsa rewşa Sûriyeyê hate kirin û pêşde birina rêkeftina demdirêj bi armanca pêşî girtin ji zêdebûna aloziyên li deverê de bi girîng hate zanîn û her du alî li ser gerentî kirina dabîn kirina pêşeroja pêkhateyan û mafên wan jî bi taybetî mafên gelê Kurd li vê welatî hemfikir bûn.

 

Mesrûr Barzanî li gel şandeke parlementoya Almanyayê civiya

Di çaroveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din yên li Munichê de îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke parlementoya Almanyayê a bi Serokatiya Rudiger Location civiya.

Di civînê de behsa rewşa deverê, berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê hate kirin.

Her di heman civînê de Mesrûr Barzanî hevkariyên Almanyayê yên bo Kurdistanê yên taybet bo şerê dijî DIŞIê bi hevkariyên girîng û bi bandor wesif kir û daxwaza zêdetir kirina hevkariyên însanî ji şanda parlementoya Almanyayê kir bo zêdetir ji yek miliyon û 400 hezar aware û koçber yên ku jiber şer û tundûtîjiyan berê xwe dane Kurdsitanê.

Di beşeke din ya civîna han de behsa baştir bûna têkiliyên navbera Kurdistan û Îraqê hatekirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku kabîneya nû di çarçoveya destûrê de ji nêzîkve kar li gel Bexda dike bo çareser kirina kêşeyên heyî.

Li hember de jî şanda parlementoya Almanyayê diyar kir ku piştîwaniya Almanyayê berdewam dibe û rêzdariya xwe jî ya li hember qurbanî dana gelê Kurdistanê diyar kir.

 

Mesrûr Barzanî û wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê civiyan

Îro li Munichê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja dudiyan ya kongreya ewlekariya cîhanî a Munichê li gel wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar civiya.

Di civînê de Xilûsî Akar jiber berbijêr kirina Mesrûr Barzanî bo Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji re xwest.

Her di heman civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan, Tirkiye û Îraqê di tevahiya waran de hate kirin bi taybetî di warê abûrî û bihêztir kirina têkiliyên Abûrî.

Giftûgo kirin li ser rewşa deverê û mijarên girîng yên bo her du aliyan babetên din yên vê hevdîtinê bûn.

 

 

Mesrûr Barzanî û wezîrê dewlet bo karûbarên derve ya Almanyayê civiyan

Li Munichê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din de, li gel wezîrê dewlet yê bo karûbarê derve ya Almanyayê Niels Annen civiya.

Di civînê de her du alî behsa rewşa giştî ya deverê, têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê kirin.

Her di heman civînê de Mesrûr Barzanî behsa rola Almanyayê ya piştî êrîşên terorîstên DIŞIê di sala 2014an de ya bo piştgîrî kriina Kurdistanê kir.

Li hember de jî Niels Annen rêzdariya xwe ya li hember qurbaniyên hêzên pêşmerge di şerêdijî terorîstên DIŞIê de diyar kir.

Di beşeke din ya civîna han de li ser rewşa wan deveran ku ji destê DIŞIê hatine rizgarkirin, bi taybetî rewşa Şingalê giftûgo hatekirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî tekezî li ser vê yekê kir ku Kurdistan dixwaze bilez xizmetgozariyên bingehîn bigehîne wan deveran û dest bi ji nûve avedan kirina wan deveran were kirin û ewlekariya wan deveran were dabînkirin daku şêniyên wan deveran yên ku koçber bûne vegerin cêyên xwe.

 

Mesrûr Barzanî û wezîra berevanî ya Almanyayê civiyan

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Munichê de, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîra berevanî ya Almanyayê Ursula von der Leyen civiya.

Di civînê de bi awayeke giştî behsa rewşa deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê hate kirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên han kirin.

Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî behsa rola Almanyayê a bo piştgîrî kirina Kurdistanê kir û spasiya gel û hikûmeta Almanyayê jî kir ku li Kurdistanê de nexweşxaneyeke taybet bo hêzên pêşmerge bi navê nexweşxaneya pêşmerge ava kiriye û got: Ava kirina nexweşxaneyê rêzdariya Almanyayê li hember qurbanî dana hêzên pêşmerge nîşan dide.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa girîngiya karîn û ezmûna Almanyayê a bo ji nûve ava kirin û perwerde kirinê li Kurdistan û Îraqê hate kirin.

Di dawiya civîna han de Ursula von der Leyen behsa girîngiya ewlekarî û aramiya Kurdistaneke bihêz kir û anî ziman ku Almanya li ser hevkarî kirin û piştgîrî kirinê bi taybetî di warê perwerde kirina lîwayên hêzên pêşmerge de berdewam dibe.

Giftûgo kirin li ser rewşa Sûriye û pêşhatên li deverê mijareke din ya vê civînê bû.

 

 

Mesrûr Barzanî li gel endamên kongrêsa Amerîkayê civiya

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Munichê de, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel du endamên kongrêsa Amerîkayê Elissa Blair Slotkin û Elise Stefanik civiya.

Di civînê de behsa rewşa Îraq, deverê û metirsiyên berdewam kirina DIŞIê hatin nirxandin û giftûgo li ser rewşa Sûriyeyê jî hate kirin.

Di derbarê rewşa Sûriyeyê de Mesrûr Barzanî dilgiraniyên xwe li hember pêşmeroja gelê Kurd li Sûriyeyê diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku lazime ji dirost bûna boştiya ewlekarî xwe bidûr bigirin jiber ku ne aramiya li Îraq û Sûriyeyê bandorê li ser rewşa deverê dike û mimkune ew yek bibe sedema dubare aware bûna zêdetir ya xelkê.

Mesrûr Barzanî tekezî li ser vê yekê kir ku hîn jî DIŞI li Îraq û deverên din metirsiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.