Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî YCDK kir

dibêje lazime ciwanên Kurd li ser esasê nîştimanî werin perwerdekirin
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 66 saliya damezrandiya Yekîtiya ciwanên demokrata Kudistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Sekreter û endamên mekteba sekretariyeta yekîtiya ciwanên demokrata Kurdisanê

Silaveke şoreşgerane

Bi minasebeta 66 saliya damezrandina yekîtiya we ya têkoşer ( yekîtiya ciwanên demokrata Kurdisanê) pîrozbayî li we û tevahiya kadir, endam û tevahiya ciwanên Kurdistanê dikim.

Lazime weke hertim ciwanên Kurdistanê bi mirofdostî, jiyan dostî û rêz girtin ji nirxên nîştimanî, dûr ji hizra tundrevî werin perwerdekirin daku karîn û hêza ciwanên me bo pêşkeftin, avedanî û aramiya zêdetir ya welat be.

Careke din serkeftin û pêşkeftina zêdetir ji bo we dixwazim.

Mesrûr Barzanî

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.