Kolberekî din hate kuştin

li sînorê bajarê Baneyê hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, îro li devera sînorî ya Hengejale ya li Baneya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ser bi rejîma Îranê êrîşî ser kolberên Kurd kirine û di encam de kolberekî Kurd bi navê Bextiyar Hesenî canê xwe ji dest daye.

Jêderên han diyar kirin ku Bextiyar Hesenî xelkê gundê Bilesen ya ser bi bajarê Baneyê ye.

Hêjayê gotinê ye ku hêzên rejîma Îranê bi awayekî rojane êrîşî ser kolberên Kurd dikin û kolberên Kurd dikujin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.