Hêza antî terorê êrîşî ser hêzên polîs kir

pevçûn jiber şerê devkî der ketiye
کوردستان TV
100%

Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Kerkûkê ragihand ku îro danê êwarê hêzên lîwaya 61 a taybet ya antî terorê, êrîşî ser hêzên polîs yên Îraqê yên li Kerkûkê kirine.

Li gor gotinên Peyamnêrê Kurdistantvê, di encama êrîşa han de herî kêm 4 endamên polîs hatine birîndarkirin.

Derbarê sedemê pevçûnê de hatiye diyarkirin ku sedema sereke ya vê pevçûnê şerê devkî yên di navbera endamên hêzên antî teror û polîsan de bûye û pişt re jî hêzên antî terorê êrîşî ser hêzên polîs kirine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.