Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê navenda medyayî ya Meda Fexrî Kerîm kir.
Di civînê de her du alî behsa rewşa siyasiya Kurdistanê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime di warê ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û hibijartina Serokê Kurdistanê de lez were kirin jiber ku ew yek bandoreke baş li ser wan kêşeyan dike ku piştî hilbijartinan çê bûne.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî û Kerîm tekezî li ser vê yekê kirin ku jiber hesasiya wan erkên ku di warê siyasî û abûrî de dikevin ser şanê Kurdistanê, lazime helwestên aliyên Kurdistanî were yekxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin