Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, beriya du rojan li bajarê Seqizê ciwanekî Kurd bi navê Aram Behramî ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatine binçavkirin û bo cîheke nediyar hatiye veguhastin.
Jêderên han diyar kirin ku Aram Behramî yê temen 30 sal, beriya du rojan ji aliyê Îtlaatê ve bêyî ku hincet were eşkerekirin, hatiye binçavkirin.
Hate diyar kirin ku tevahiya hewldanên malbet û kesûkarên Behramî bo wergirtina zaniyariyan li dor rewşa Aram bêencam mane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin