NY: Terorîstên DIŞIê 200 malbet li Sûriyeyê dorpêç kirine

dibêje canê wan di metirsiyê deye
کوردستان TV
100%

Komîsera mafên mirovan ya NY ev yek îro diyar kiriye.

Komisyona mafên mirovan ya girêdayî Netewên Yekgirtî li Cenevre Michelle Bachelet  da zanîn ku terorîstên DIŞIê li Sûriyê 200 Malbat li herêmeke biçûk dorpêç kirine û nahêle sivîl birevin.

Li gor nûçeyeke voayê Michelle Bachelet Komisyara mafên mirovan ya di asta bilind de li Netewên Yekgirtî roja Sêşamê ragihand ku li herêmeke teng li Sûriyê ku li jêr kontrola terorîstên DIŞIê de ye 200 malbat li wir hatine dorpêç kirin û rê nadin birevin.

Bachelet dibêje, gelek ji wan "êxsîrin" û heta niha rastî êrîşên esmanî û bejahî yên hevpeymanan û Hêzên Sûriya Demokrat tên.

Robert Collevel peyvdarê Bachelet dibêje, Hêzên Sûrya Demokrat, ya ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanîkirin û êrişî rêxistina tundrê dike divê pêgiriyê bi qanûna navnetewî bike û giyanê sivîlan wan malbatan biparêze yên ku di nav destên terorîstên DIŞIê yên biyanî de ne.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.