Serok Barzanî: Çanda gelê Kurdistanê rê nade terorîst pêgeha xwe li Kurdistanê bihêz bikin

behsa rewşa deverê bi giştî kirin
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Belcîkî bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê vê welatî Alexander De Croo. Alexander De Croo û şandekeYekîtiya Ewrûpayê bi Serokatiya komîserê hevkariyên însanî ya vê Yekitiyê Christos stylianides kir.

Di civînê de Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo. rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî û Kurdistanê a di şerê dijî DIŞIê de û çê kirina aramiyê li deverê de diyar kir û ragihand ku hatina wan bo Kurdistanê tekez kirine li ser vê peyamê ye ku Belcîka û YE piştgîriya wan hewldanan dikin ku li Kurdistan û Îraqê de bo pêşkeftin û bidest xistina aramî û şerê dijî terorê, tên dayîn.

Şanda mêwan diyar kir ku hîn jî di wan waran de gelek tişt mane ku werin kirin jiber vê çandê Belcîka û YEê weke hevbeşên Kurdistanê dimînin û girêdayî hevbeşiya han dibin.

Şanda mêwan herwiha spasiya hikûmet û dezgehên hikûmeta Kurdistanî jî kir ku di dema qirîzan û şerê dijî terorê de jî hevkariya YE, cîhan û penaber û koçberan bûne.

Derbarê rewşa Kurdistanê de Alexander De Croo pîrozbayî li Serok Barzanî kir, jiber hilbijartina Serokê Parlementoya Kurdistanê û ew yek bi pêngaveke girîng ji bo pêşde birina prosesa siyasiya Kurdistanê bilêv kir.

Şanda mêwan tekezî li ser vê yekê kir ku aramî û xweşgozeraniya Îraq û Kurdistanê bo Yekîtiya Ewrûpayê gelekî girînge.

Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî jî spasiya Belcîka, YE, cîhan û welatên endam di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê de kir ku di şerê dijî terorîstên DIŞIê de hevkariya hêzên pêşmerge kirine û diyar kir ku hevkariyên han encameke gelek baş dan.

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku çanda gelê Kurdistanê rê bi vê yekê nade ku terorîst pêgeha xwe li Kurdistanê de bihêz bikin û got: Kurdistan di şerê dijî terorê de bi îsrare.

Derbarê prosesa siyasiya Kurdistanê de jî Serok Barzanî behsa girîngiya dîrokî ya her du hilbijartinên parlementoya Îraq û Kurdistanê kir û hilbijartina yekem jin bo postê Serokatiya parlementoya Kuridstanê û Cîgireka jin bo Serokatiya parlementoya Kurdistanê jî weke nîşaneyeke baş ya geşe kirina siyasî û pêşde çûna çanda siyasî li Kurdistanê de wesif kir.

Di berdewamiya civîna han de behsa metirsiyên hizra radîkal li ser ewlekariya deverê û cîhanê hate kirin û her du alî li ser vê yekê hemfikir bûn ku bo ji nav birina hertimî ya terorê ji bilî şerê leşkerî lazime şerê îdeolojîkî jî were kirin.

Rewşa Sûriyeyê, parêzgeha Neynewa û bajarê Mûsilê, vegera koçberan çend mijarên din yên vê hevdîtina han bûn û derbarê Sûriyeyê de Serok Barzanî dilgiraniyên xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê bo şanda mêwan diyar kir û ragihand ku lazime pêşhatên siyasî û meydanî yê Sûriyeyê nebine sedema vê yekê ku zirarên zêdetir bi gelê Kurd li Sûriyeyê bigehêjin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.