Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê civiya

behsa şerê dijî terorê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Belcîkî bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo. Alexander De Croo û Komîserê Yekîtiya Ewrûpayê bo hevkariyên însanî Christos stylianides kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêşhatan û bandora şerê dijî terorîstên DIŞIê li deverê de, behsa bihzêtir kirina têkiliyên navbera her du aliyan û derfetên bazirganî û hêlbirînê di navbera Kurdistan û Belcîkayê de û hevkariyên însanî û hemahengî li gel YEê hate gotûbêj kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Belcîkayê  kir ji bo hevkariyên ku pêşkêşî hêzên pêûşmerge kiriye di şerê dijî terorîstên DIŞIê de û hêviya vê yekê jî xwest ku hevkariyên Belcîka û YE yên bo avedan kirinê li deverê û hevkarî kirina aware û koçberên li Kurdistanê de berfiretir bibin û derfeteke goncaw bo vegera koçberên navxweyî yên Îraqê were afirandin.

Li hember de jî Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo rêzdariya xwe ya li hember qurbanî dana hêzên pêşmerge diyar kir û balkêşande ser armanca serdana xwe û diyar kir ku armanc hevkarî kirina Kurdistan û Îraqê ye û em liwirin daku wenêrînê bo rewş û pêdiviyên Kurdistan û Îraqê bikin.

Nav hatî amade bûna welatê xwe bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê diyar kir.

Di beşeke din ya civînê de komîserê YE bo alîkariyên însanî jî behsa rola Kurdistanê kir bo vehevandina hijmareke zêde ji aware û koçberan û amade bûna YEê jî bo zêdetir kirina hevkariyên însanî û hemahengiya zêdetir li gel Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.