Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonê yê li Bexdayê Naofumi Hashimoto kir.
Di civînê de ku Konsulusê Japonê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, behsa rewş û pêşhatên dawî yên li deverê û berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Japon û derfetên hêlibirînê li Kurdistanê de hate kirin.
Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî jiber hevkariyên ku di demên derbasbûyî de Japon pêşkêşî Kurdistanê kirine, spasiya gel û hikûmeta Japonê kir.
Di beşeke din ya vê civînê de Naofumi Hashimoto jî hêviya serkeftinê bo Mesrûr barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de xwest û hevdem amade bûna welatê xwe jî bo pêşkêş kirina hevkariyan û beşdarbûn di geşe pêdana jêrxana Kurdistanê di warên cuda cuda de diyar kir.
Di beşeke din ya civînê de giftûgo derbarê rola kompaniyên Japonî di warê avedan kirin û geşe pêdanê de hate kirin û her du alî tekezî li ser vê yekê kirin ku li Kurdistanê de derfetên baş û goncaw bo hêlibirînê di warê cuda cuda de heye.
Hewldanên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê, bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Japonê bi awayek ku xizmeta berejwendiyên her du aliyan bike, mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin