Li Bane kolberek ji ber sermayê can da

jiber sermayê canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Li devera Bane ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji ber sermayê can da.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, şeva borî li zozana Nenor ya navçeya Bane ya Sine, kolberekî kurd bi navê Şaho Qadirpûr ji ber sermayê can da.

Li gorî agahiyan, ew kolber 17 salî û xelkê bajarê Ormiyê bûye.

Ji destpêka îsal ve heta niha herî kêm 5 kolberên Rojhilatî ji ber sermayê can dane.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.