Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê, li gel dom kirina zext û operasiyonên rejîma Îranê yên li dijî çalakvanên jîngehparêzî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê, operasiyona dijî çalakvanên olî yên Kurd jî destpê kiriye.
Jêderên taybetî diyar kirin ku di çarçoveya wan operasiyonan de, hêzên ewlekarî yên Îranê tohmetan dixin ser çalakvanîn olî yên Kurd û pişt re jî derheqê wan de raportan didin dezgehên îstîxbaratî û dezgehên îstîxbaratî jî hevdem ku li dadgehan doz li dijî wan vedikin, bêyî hebûna destûra qanûnî, wan çalakvanan binçav dikin.
Li gor jêderên han, beriya çend rojan di çaçroveya heman operasiyonan de, li bajarê Sineyê çalakvanekî olî yê Kurd bi navê mamoste Haşim Husên Penahî, ji aliyê dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi tawana hewldan li dijî rejîma Îranê û têkdana aramiya raya giştî hatiye vexwandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin