Beriya niha hêzên Sûriyeya Demokrat( HSD) heta duhê, dem bi xelkê sivîl yê li Bexozê dabû daku ji vê bajarokê der bikeve û herwiha ji terorîstên DIŞIê re jî dem diyar kiribû ku xwe radestî hêzên HSDê bikin.
Lêbelê îro çend jêder ji nava HSDê diyar kirin ku jiber bidawî nehatina prosesa derketina xelkê sivîl ji Baxozê operasiyona ku dihat payîn li dijî terorîstên DIŞIê dest pê bike bo demeke din hatiye paşxistin.
Ji aliyeke din ve jî tê gotin ku heta niha zêdetir ji 19 hezar kes ji Baxozê derketine ku zêdetir ji 2 hezarin wan terorîstên DIŞIê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin