Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Mexmûrê ragihandine, îro piştî nîvroyê, hijmarek şêniyên gundê Elî Reş ya ser bi Mexmûrê, rastî êrîşeke çekdarên DIŞIê hatine.
Li gor zaniyariyên Peyamnêrê Kurdistantvê, ev welatiyên han bi mebesta kom kirina Domelanê çûne nava erdan û çekdarên heşda şebî jî gole li ser wan reşandine.
Di encam de welatiyek temen 23 sal canê xwe ji dest daye û çend welatiyên din jî birîndar bûne û birîndar bo derman kirinê veguhastine Hewlêrê.
Hîn jî hijmara welatiyên birîndar nehatiye zanîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin