Şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Fransayê re dicive

civîn îro pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (ENKS) îro ligel Wezareta Derve ya Fransayê dicive.

Li gor nûçeyeke peyamakurd Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco diyar kiriye ku, wan daxwaza hevdîtinê ji berpirsên Wezareta Derve ya Fransayê kirine û biryar e îro piştî nîvro civîn pêk were.

Kamîran Haco da zanîn, ewê bi Wezareta Derve ya Fransayê re dawî pêşhatên li Sûriyê guftûgo bikin, bi taybet mijara destûrê û parastina mafên Kurdan tê de, mijara vekişandina hêzên Amerîkî û rewşa rojhilatê Firatê û dernegxistina civîna Cenêvê.

roja şemîyê ji ragihandibû  ewê li ser mijara rojhilatê Firatê û pêkanîna herêma ewle û hebûna roleke siyasî û leşkerî ya ENKSê di wê herêmê de dê nerîn û helwestên xwe bi Wezareta Derve ya Fransayê re rabigihînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.