Artêşa Tirk û cîhadiyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran dikin.
Li gor nûçeya anhayê artêşa Tirk û cîhadiyên wê ku li gundê Kîmarê bi cih bûne, gundê Ziyara yê navçeya Şêrawê topbaran dikin.
Topbaran bi awayekî dem bi dem tê kirin û ji aliyeke din ve artêşa Tirk cîhadiyên wê yên li Marî îro di saetên sibê de gundê Um Hoş ê kantona Şehbayê topbaran kir.
Li gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bi hezaran şêniyên Efrînê û ji tevahî herêmên Sûriyê ku ji ber kiryarên artêşa Tirk û çeteyên wê neçar mane ji Efrîn derketine, hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin