Mesrûr Barzanî li gel şandeke wezareta derve ya Tirkiyeyê civiya

tirkiye dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke wezareta derve ya Tirkiyeyê bi Serokatiya Cîgirê wezîrê derve Sedad Onal civiya.

Di civînê de behsa pêşhatên dawî yên li deverê, têkiliyên du alî û hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistan hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî xwesteka Kurdistanê ya bo berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê bi awayekî ku li gor berejwendiyên her du aliyan be, diyar kir.

Di beşeke din ya civîna han de Sedad Onal jî hêviya serkeftinê di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê bo Mesrûr Barzanî xwest û xwesteka Tirkiyeyê jî ya bo bihêztir kirina têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê weke cîran û deriya bo deverê û Îraqê diyar kir.

Giftûgo kirin li dor pêşhatên deverê, rewşa ewlekarî ya deverên sînorî û rola kompaniyên Tirkî li Kurdistanê de, çend mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.