Konsolxaneya Amerîkayê: Em rêzê li xebata Barzaniyê nemir digirin

nivîsandiye em rêz li xebat û rola Barzaniyê nemir digirin
کوردستان TV
100%

Îro bi boneya 116.mîn salvegera ji dayîkbûna Barzaniyê nemir, konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, peyamek belav kir û di peyama xwe de rêz li xebat û raboriya Mela Mistefa Barzanî girt.

Di peyama xwe de konsolxaneya giştî ya Amerîkayê, ku di tora civakî ya fermî twitterê de belav kir de hat gotin: ‘’Konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê rêz li dîrok û xebata Mela Mistefa Barzanî digre, ku 116 sal berî naha di rojekî wek îro de ji dayîkbûye.’’

Herwaha hat gotin: ‘’Mela Mistefa ji ber xebata xwe ya ji bo kurd û gelê Kurdistan a Iraqê, dê her di bîr de bimîne.’’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.