Îro 14ê Adara 2019an roja jidayîbûna Mela Mistefa Barzaniyê nemire û Kurdistanê ev roja han bi çandina daran pîroz kirin.
Li piraniya bajar û bajarokên Kurdistanê bi beşdariya xelk û rayedaran, darên curbicur hatin çandin û li Hewlêrê jî bi amadebûna Wezîra Şarevanî û Geştûguzariyê Newroz Mewlûd, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, Berpirsê Liqa 2 ya PDKê Ehmed Kanî, Serokê Şarevaniya Hewlêrê Saman Mihemed, li cadeyên bajêr û derveyî bajêr, ji bo bîranîna vê rojê şitl hatin çandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin