HSD: Li Baxozê 1300 kesên din xwe radest kirin

operasiyona dijî DIŞIê didome
کوردستان TV
100%

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Baxozê roja pêncşemê 1300 kesên din radest bûne.

HSDê operasyona dijî Baxozê, ku herêma dawî ya di destê Dewleta Îslamî (DIŞI) de ye, roja yekşemê dabû destpê kirin. Berdevkê HSDê Mustafa Balî ji Twitterê diyar kir ku ji serê sibehê vir jimareke endamên DIŞIê û malbatên wan radest dibin.

Herwiha ajansên navneteweyî didin zanîn ku gelek kesên radest dibin birîndar in.Ji aliyê din ve, HSDê ragihand ku ji roja Yekşemê vir ve 112 çekdarên DIŞIê hatine kuştin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.