Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Al-Monitor ragihand, niha pêwendiyên me yên bi Bexdayê re gelek ji berê baştir e û got, piştî referandumê me demeke zehmet derbas kir, reng e yek ji demên herî zehmet bûbe ku ji sala 1991ê ve em tê re derbas bûn.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di vê hevpeyvîna li gel Al-Monitor de, behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêwnediyên navbera Hewlêr û Bexdayê, pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, beşdariya Kurd di hikûmeta nû ya Iraqê de, pirsa mûçe û bûdceyê û pirgirêkên navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.
Al-Monitor: Yekemîn pirsa min ev e, piştî wê qonaxa aloz ku di heyama referanduma serxwebûna Kurdistanê ya sala 2017an de û piştî referandumê, derket holê, niha pêwendiyên we li gel Bexdayê bi çi awayî ye? Gelo we kariye bi ser nakokiyan de serbikevin û pêwendiyeke baş û aktîv li gel hikûmeta Bexdayê damezrînin?
Nêçîrvan Barzanî: Bêguman piştî referandumê, me heyameke zehmet derbas kir, renge yek ji wan demên herî zehmet bûbe ku ji sala 1991ê ve tê re derbas bûne. Lê belê me karî hinek ji kêşeyên li gel hikûmeta berê û serokwezîrê berê Heyder Ebadî çareser bikin, weke rakirina dorpêça ser sînorê esmanî yê xwe û kêşeya girtina firokexaneyên me. Derfeteke wiha jî hate pêşiya me ku di hilbijartina niştimanî ya Iraqê de beşdar bibin, weke fraksyona Kurd jî me serkevtineke mezin bi dest xist, lê belê em weke Partiya Demokrata Kurdistanê, ji aliyê hejmara kursiyên xwe yên di parlamentoya Iraqê de, yekem in. Aşkere ye ku ev encam selimand (îsbat kir) ku rewşa siyasî ya Kurdistanê û beşdariya partiyên siyasî yên Kurdistanê li Iraqê hêj giring e, bi taybet jî şaş bûn ku dilê xwe bi wê egerê xweş kiribûn ku PDK were paşguhxistin. Aşkere ye ku PDK weke hêzekê maye ku divê giringî pê bê dayîn.
Ji bilî vê jî, em li Bexdayê jî di pêkanîna hikûmetê de beşdar bûne û di hikûmetê de jî çalak in, me amadeyiya serederiyeke dostane jî di serokwezîr Adil Ebdulmehdî de dîtiye, lê belê rastî ev e ku sîstema Iraqê di kesekî de nayê sînordarkirin, belku gelek aktor û faktorên din jî hene. Lê belê ez dikarim bi ciddî vê yekê bêjim, ku pêwendiyên me yên niha li gel Bexdayê gelek ji berê baştir e.
Al-Monitor: Dikarî mînakekê bidî min?
Nêçîrvan Barzanî: Me nexweşî dîtin û me salên dijwar derbas kirin, em di tuneleke kûr û dirêj û tarî de asê bûbûn, lê niha em di dawiyê tunelê de ronahiyê dibînin. Me kariye li ser bûdceyê lihevhatinekê bikin, renge ev heman encam nebe ku me dixwest, lê belê hinek têgihîştin di navbera me de çê bûye.
Al-Monitor: Gelo hûn pişka %17 werdigirin, weke ku di destpêkê de hûn li ser rêkevtibûn?
Nêçîrvan Barzanî: Temaşe bike, pirsa bûdceyê gelek hatiye bisiyasîkirin û core astengek e bo serokwezîr, ji bo ku pabend be bi %17 yan her pareke din bo vê mijarê. Lewre jî me li ser tiştekê danûstandin kir ku ji bo me herdu aliyan guncaw be. Em divê pragmatîk bin, eva niha qonaxa arambûna li gel Bexdayê ye, lê belê ev nayê vê wateyê ku hemû kêşeyên me çareser bûne. Ev formoleke demkî ye ku rê dide me, em kêşeyên mûçeyên xercnekirî yên fermanberan pê çareser bikin. Bi kêmanî kêşeya mûçe hat çareserkirin. Salek ber destê me ye ji bo ku em hemû hûrgiliyên bûdceyê bikin, berî ku bûdceya niştimanî bo sala bê ya darayî were amadekirin. Em dixwazin ji gengeşe û rageşiyê dûr bin.
Al-Monitor: Madem mûçe hatiye xerckirin, wate aborî jî divê bilind bibe?
Nêçîrvan Barzanî: Belê, spas ji Xwedê re aborî wa baştir dibe. Dema ku diçî nav bajar yan bazar, hest bi vê dikî ku hinek ji projeyên binesaziyê (jêrxanê) ku bi sedema qeyrana darayî rawestiyabûn, dest bi kar kirine. Em deyndarê gelek kompanyayên kerta taybet û bakên kerta taybet bûn, me dest bi dayîna deynan kiriye, ew hemû nûçeyên baş in. Em li ser pereyê gumrukê li gel Bexdayê jî rêkevtine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê yekê nêzîk bûye ku pereyê gumrukê li gel hikûmeta navendî hevaheng bike.
Al-Monitor: Gelo ev xala sînorî ya Pêşxabûrê ya li gel Tirkiyê jî li xwe digire?
Nêçîrvan Barzanî: Belê, hemû cihekî li xwe digire. Em hemû Iraqî ne û kêşeya sînor çareser bûye. Gelek xalên kontrolê di navbera sînorên navçeyên Herêma Kurdistanê û navçeyên hikûmeta navendî de hebûn. Niha wan ew xalên kontrolê rakirine û bi rakirina wan xalan, rê ji bo bazirganiyê xweş dikin.
Al-Monitor: Dema behsa sînorê navçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikî, ew navçe piştî referandumê gunertin bi ser de hatine. Hêzên Iraqê çûne hemû nav navçeyên nakok, ji wan jî Kerkûk. Gelo em dikarin behsa pêgeha niha ya navçeyên nakok bikin? Niha çi?
Nêçîrvan Barzanî: Hevok gelek zelal e; navçeyên nakok. Ew jî wate ew navçe bi temamî ne yên wan in. Ya ku kontrola wan navçeyan di destê kê de ye, ev mijareke din e, lê belê ev yek vê rastiyê naguhere ku ew navçe weke navçeyên nakok dimînin. Dema ez li gel serokwezîr Adil Ebdulmehdî axivîm, min jê re got, eger em iraqeke seqmgîr bixwazin û em bixwazin nakokiyên xwe çareser bikin, pêwîst e ku du pirsên sereke bêne çareserkirin, ku ew jî rêxisitina dabeşkirina dahat di navbera Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û navçeyên nakok de ye. Ti guman têde nîne ku kêşe hene, lê belê cara yekem pêwîst e ku em fokusê bixin ser wan kêşeyan.
Al-Monitor: Weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, gelo ev yek ji karên we yên herî li pêş dibe?
Nêçîrvan Barzanî: Bêguman, ez berdewam diçim Bexdayê û du hefte berî niha ez li wê derê bûn.
Al-Monitor: Em dikarin bêjin, niha tu ew kesî ku wan pêwendiyan birêve dibî:
Nêçîrvan Barzanî: Belê bêguman, weke Serokê Herêmê, çareseriya wan herdu pirsan ji karên min ên herî sereke dibin. Te amaje bi Kerkûkê jî kir, eger me rêkevtineke baş a dabeşkirina dahatan hebe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişka xwe werbigre, dê xwe bi xwe ev mijarê jî zelel be ku Kerkûk beşek ji kîjan aliyê be.
Al-Monitor: Gelo hêj tu di vê baweriyê de yî ku pêwîst e maddeya 140 a Destûra Iraqê ku daxwaza referandumê li navçeyên nakok dike, bê cîbicîkirin?
Nêçîrvan Barzanî: Belê bêguman.
Al-Monitor: Gelo Serokwezîrê Iraqê bo vê yekê têgihîştinek heye?
Nêçîrvan Barzanî: Temaşe bike, ti siyasiyekî din li Iraqê nîne ku weke Mehdî bi temamî pirsa Kurd fêm bike û wê yekê hezm bike.
Al-Monitor: Ew çima wisa ye?
Nêçîrvan Barzanî: Çimku ew bi salan li gel me bûye. Ew ji salên 80î ve li gel me bûye.
Rûdaw
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin